Artêşa Îsraîlê pireke din jî ya li ser Çemê Lîtaniyê yê başûrê Libnanê dike du beşan kir armanc
Beyrut
Hat destnîşankirin, artêşa Îsraîlê pireke din jî ya li ser Çemê Lîtaniyê yê başûrê Libnanê dike du beşan kir armanc û wêran kir.
Li gorî NNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Libnanê, artêşa Îsraîlê bi şev êrîşên dijî gelek bajarokên li başûrê welêt domandin.
Artêşa Îsraîlê her wiha serê sibehê, Pira Kakaiyayê ya li parêzgeha Nebatiyeyê bi êrîşên tund ên asîmanî va wêran kir.
Artêşa Îsraîlê berî niha jî derdora pirê hedef girtibû.
Artêşa Îsraîlê duh jî li dijî Pira Qasiyeyê êrîşa asîmanî pêk anîbû ku di navbera bakur û başûrê welêt da xaleke giring a derbasbûnê bû.
Wezîrê Parastina Îsraîlê Yisrael Katz eşkere kiribû ku Serokwezîr Binyamin Netanyahu telîmat da artêşê ku pirên li ser Çemê Lîtaniyê yê li başûrê Libnanê bombebaran bikin.
%2F750.AA-40903087.jpg)
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê duh eşkere kiribû ku ji 2yê Adarê vir va hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 1029an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 786an.
Rêveberiya Afatê ya girêdayî hikûmeta Libnanê ragihandibû ku ji ber dagirî û êrîşên Îsraîlê, li Libnanê hejmara kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin, li gorî reqamên fermî ji milyonekê derbas bû.
