Dinya

Artêşa Îsraîlê Nexweşxaneya Zarokan a Rentîsî ya li bajarê Xezeyê kire armanc

Muhammed Emin Canik  | 17.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
Artêşa Îsraîlê Nexweşxaneya Zarokan a Rentîsî ya li bajarê Xezeyê kire armanc

Istanbul

 Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li dijî Nexweşxaneya Zarokan a Rentîsî ya li bajarê Xezeyêku 80 nexweş lê bûn, êrîş li dar xist.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê duh êvarê qatên jorîn ê nexweşxaneyê bi çend deqîqeyan navber, 3 caran kiriye armanc.

Di daxuyaniya ku êrîşa Îsraîlê hat şermezarkirin da wiha hat gotin:

"Ev sûc, careke din polîtîkaya sîstematîk a Îsraîla dagirker ya ku dixwaze li Xeta Xezeyê pergala tenduristiyê têk biçe û wê ji kar da bixîne, pesend dike."

Tekezî hat kirin ku li Xeta Xezeyê, Nexweşxaneya Zarokan a Rentîsî take nexweşxaneyek e ku tê da beşên weke onkolojî, diyalîz, nexweşiyên hilmkêşan û hezmê ku pisporî ji wan ra divê, hene.

 - Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da 19 Filistînî hatin kuştin

Îro ji serê sibehê û vir va di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî deverên cuda yên Xeta Xezeyê da 19 Filistînî hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatin hildan, artêşa Îsraîlê bordûmana xwe ya dijî bajarê Xezeyê û her wiha êrîşên xwe yên li herêmên curbecur yên li Xeta Xezeyê didomîne.

Hat diyarkirin ku li Xeta Xezeyê di êrîşên artêşa Îsraîlê da ji serê sibehê û vir va jin û zarok jî di nav da 19 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın