Dinya

Artêşa Îsraîlê: Me li Tehranê tesîsên hilberîna çekan hedef girt

Faruk Hanedar  | 25.03.2026 - Rojanekırın : 26.03.2026
Artêşa Îsraîlê: Me li Tehranê tesîsên hilberîna çekan hedef girt

Quds

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku li Tehrana paytextê Îranê tesîsên hilberîna çekan hedef girtin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku dijî Tehranê hin êrîşên asîmanî hatin temamkirin.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku çend tesîsên birêvebiriya Tehranê yên ku çekên behrê û asîmanî çêdike hedef hatin girtin û hat îdiakirin ku ev tesîs ji bo çekdarkirina Hemas û Hîzbullahê çekan çêdikin.

Di daxuyaniyê da her wiha hat îdiakirin ku kozikeke parastina asîmanî û tesîseke din a ku pergalên parastina asîmanî lê ne hatin lêxistin û tehdîda dê êrîş dewam bikin, kirin.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın