Dinya

Artêşa Îsraîlê li Xezeyê jinika 67 salî û xortê 23 salî kuştin

Ramzi Mahmud, Hosni Nedim, Çağrı Koşak, Faruk Hanedar  | 09.12.2025 - Rojanekırın : 09.12.2025
Artêşa Îsraîlê li Xezeyê jinika 67 salî û xortê 23 salî kuştin

Gazze

 Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li bakurê Xeta Xezeyê jineke 67 salî û xortekî 23 salî bi wesayîta esmanî ya bêfirokevan û çekdar (SÎHA) va kuştin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin neqilkirin, artêşa Îsraîlê li bakurê Xezeyê herêma Cîbaliya êrîşî Filistîniyan kir.

Di êrîşê da SÎHAya artêşa Îsraîlê gule reşandin û gule li jineke Filistînî ya 67 salî ketin û jinik anîn Nexweşxaneya Şifayê, lê li nexweşxaneyê mir.

Artêşa Îsraîlê li navenda Xezeyê êrîşî sûka Suq el-Umleyê jî kir û di êrîşê da gelek Filistînî birîndar bûn.

Mihemed el-Carûyê 23 salî li herêma Dêr el-Belaha Xezeyê di êrîşa SÎHAyê ya artêşa Îsraîlê da birîndar bû û piştî ku anîn Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê, li wir mir.

Artêşa Îsraîlê jî daxuyand, wan li Dêr el-Belahê Filistîniyekî ku li gor îdiaya wan endamê Hemasê bû û plan dikir ku êrîşî eskerên Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê bike, kuşt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın