Artêşa Îsraîlê li Xezeyê êrîşî Filistîniyên li benda alîkariya însanî bûn kir û 30 kes hatin kuştin

Gazze
Artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê êrîşî Filistîniyên li benda alîkariya însanî bûn kir û di encamê da 30 kes hatin kuştin, qedera 100 kesî jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidan hatin wergirtin, artêşa Îsraîlê li rojavayê bakurê Xeta Xezeyê, Filistîniyên li benda wergirtina alîkariya mirovî bûn, kir armanc.
Yekîneyên artêşa Îsraîlê li rojavayê bakurê Xeta Xezeyê li herêma Sûdaniyeyê êrîşî sivîlan kir û di encamê da 30 kes hatin kuştin û qedera 100 kesî jî birîndar bûn.