Dinya

Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê avahiyeke pirqat bombebaran kir

Muhammed Emin Canik  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 18.03.2026
Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê avahiyeke pirqat bombebaran kir

Beyrut

Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê, bajaroka el-Akabiyeya ser bajarê Saydayê êrîşî avahiyeke pirqat kir.

Li gor nûçeyên çapemeniya Libnanê, li el-Akabiyeya ku artêşa Îsraîlê ji bo êrîş û texliyekirinê tehdîd kir, avahiyek hat bombekirin.

Dîmenê kêliya êrîşê di çapemeniya herêmî û li ser medyaya civakî hatin weşandin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê Xa şirketa medyaya civakî ya navenda wê li Amerîkayê ye, nexşeyek parve kiribû û di nexşeyê da avahiyeke li el-Akabiyeyê bi rengê sor hatibû îşaretkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.