Dinya

Artêşa Îsraîlê li bajarê Xezeyê xanî hilweşandin, Xan Yûnis da ber topxaneyan

Hosni Nedim, Halime Afra Aksoy  | 03.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Artêşa Îsraîlê li bajarê Xezeyê xanî hilweşandin, Xan Yûnis da ber topxaneyan

Gazze

 Artêşa Îsraîlê digel agirbestê li rojhilatê bajarê Xezeyê hin xanî teqandin û her wiha deverên rojhilatê bajarê Xan Yûnisê jî bombebaran kir.

Li gorî agahiya ji şahidan hat wergirtin, artêşa Îsraîlê li rojhilatê bajarê Xezeyê li Taxa Şûcaiyeyê li herêmên dagir kirine, gelek avahî teqandin û hilweşandin.

Eskerên Îsraîlê ji xeynî vê, deverên rojhilatê bajarê Xan Yûnisa li başûrê Xeta Xezeyê jî dan ber topxaneyan.

Hê agahî nehatiye dayîn ka di êrîşên Îsraîlê da kuştî û birîndar hene yan na.

Li Xeta Xezeyê artêşa Îsraîlê ya ku agirbesta 10ê Cotmehê ket rewacê her roj binpê dike, êrîşên xwe yên dijî Filistîniyan bênavber didomîne.

Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta li Xezeyê ragihandibû ku artêşa Îsraîlê di 50 rojên ewil ên agirbestê da 357 Filistînî kuştin.

 - Îsraîlê ragihand ku ew ê Deriyê Sînor ê Refahê tenê ji bo derketina ji Xezeyê veke

Îsraîlê ragihand ku ew ê di çarçoveya pêvajoya agirbestê da, deriyê sînor ê Refahê bi awayekî yekalî, tenê ji bo derketina ji Xezeyê ber bi Misrê va veke.

Li gorî nûçeyên medyaya Îsraîlê, Yekeya Hemahengiya Çalakiyên Hikûmetê li Xaka Filistînê (COGAT) ya Dagirkirî ragihand ku artêş di rojên pêş da "li gorî peymana agirbestê û fermanên ji îradeya siyasî" dê deriyê sînor ê Refahê ji bo derketinên yekalî ji Xezeyê ber bi Misrê va veke.

COGATê parve kir ku piştî "sitandina destûra ewlehiyê" ji Îsraîlê, bi hevrêziya Misrê, Filistînî dê bikaribin ji Refahê derbasî Misrê bibin û Mîsyona Alîkariya Sînor a YEyê ya girêdayî Yekîtiya Ewropayê (YE) dê li ser sînor were bicihkirin.

Di daxuyaniyê da nehatiye gotin ka gelo destûr dê ji Filistîniyên ku dixwazin vegerin Xezeyê ra were dayîn ku derbas bibin an na.

Li gorî peymana agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê da ya ku di 10ê Cotmehê da dest pê kir, artêşa Îsraîlê herêma Refahê dagir dike, herêma navborî ya di nav Xezeyê da ku deriyê sînor jî di nav de ye, wekî "Xeta Zer" tê binavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın