Dinya

Artêşa Îsraîlê gelek deverên Xezeyê topbaran kir

Ramzi Mahmud, Hamdi Yıldız  | 23.01.2026 - Rojanekırın : 23.01.2026
Artêşa Îsraîlê gelek deverên Xezeyê topbaran kir

Gazze

 Artêşa Îsraîlê tevî agirbestê li dijî gelek deverên Xeta Xezeyê êrîş li dar xist.

Li gorî şahidên bûyerê, artêşa Îsraîlê deverên cuda yên li rojhilatê bajarê Xezeyê, ku ew kontrol dike, topbaran kiriye.

Artêşa Îsraîlê her wiha beşên bakurê bajarê Refahê topbaran kir û ji wesayîtên eskerî bêserûber li deverên li rojhilatê Xan Yûnisê gule berdan.

Heta niha derbarê qurbanî yan birîndarên ji ber êrîşan da tu agahî nehatiye dayîn.

Ji dema ku peymana agirbestê di 10ê Cotmeha 2025an da ket rewacê vir va artêşa Îsraîlê bi binpêkirina peymanê, 477 Filistînî kuştin û 1301 kes birîndar kirin.

Di encama êrîşên ku Îsraîlê da yên ku di Cotmeha 2023an da li dijî Xezeyê dest pê kirine û tevî agirbestê jî navber bi navber didomîne, 71 hezar û 562 Filistîniyan canê xwe ji dest dane û 171 hezar û 379 kes jî birîndar bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın