Artêşa Îsraîlê digel agirbestê li dijî hin herêmên Xezeyê êrîşên asîmanî û topxaneyan pêk anîn
Gazze
Artêşa Îsraîlê agirbesta ku ji 10ê Cotmeha 2025an û vir va di warê cîbicîkirinê da ye, binpê kir û li dijî hin herêmên Xeta Xezeyê êrîşên asîmanî û topxaneyan pêk anîn.
Li gorî agahiya ji şahidan hat wergirtin, balafirên şer ên Îsraîlê herêmên rojhilatê yên bajarê Refahê yê li başûrê Xeta Xezeyê bombebaran kirin.
Wesayîtên eskerî yên artêşa Îsraîlê, deverên li rojhilata Xan Yûnisê gulebaran kirin, hêzên deryayî jî deverên qeraxî yên bajêr kirin armanc.
Li bajarê Xezeyê jî balafirên şer ên Îsraîlê bi ser herêmên li rojhilatê êrîş pêk anîn. Li dijî heman herêman topxaneyan jî êrîş pêk anîn.
Ji destpêkirina agirbestê û vir va di êrîşên Îsraîlê da 612 Filistînî hatin kuştin û 1640 Filistînî jî birîndar bûn.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 8ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin û bûn sedema wêraniyeke mezin, zêdetirî 72 hezarî Filistînî hatin kuştin û zêdetirî 171 hezar Filistînî jî birîndar bûn. Her wiha qedera ji sedî 90ê binesaziya sivîl jî wêran bû.
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 72 hezar û 72yan
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 72 hezar û 72yan.
Artêşa Îsraîlê digel agirbestê êrîşên dijî Xeta Xezeyê didomîne.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê encamên êrîşên Îsraîlê yên ku ji Cotmeha 2023yan vir va dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştiyan parve kirin.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawî da 2 cinaze û 3 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.
Ji 10ê Cotmeha 2025an roja ku agirbest ketiye rewacê û heta niha di êrîşan da 614 kes hatin kuştin, 1643 kes birîndar bûn. Ji binê kavilan cinazeyên 726 kesan hatin derxistin.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jî jimara kuştiyan derket 72 hezar û 72yan, jimara birîndaran jî derket 171 hezar û 741an.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê cinazeyê hezaran kesan hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
