Dinya

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li dijî Tehranê êrîşên nû dan destpêkirin

Mustafa Deveci, Ahmet Dursun  | 18.06.2025 - Rojanekırın : 18.06.2025
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan li dijî Tehranê êrîşên nû dan destpêkirin

Ankara

 Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li dijî Tehrana paytextê Îranê êrîşên nû yên esmanî dan destpêkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê da hat gotin li dijî Tehranê êrîşên nû yên esmanî hatin destpêkirin.

Hat îdia kirin li herêma Tehranê cihên eskerî yên Îranê hedef hatin girtin.

Ji hêla din li gor agahiyê ku nûçegihanê AAyê ji herêmê bi dest xist, li nêzîkî balafirgeha li bajarê Kerecê yê nêzîkî Tehranê dengê teqînan hat bihîstin.

Li gorî wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin lê ji hêla rayedarên fermî va hê nehatine piştrastkirin, di êrîşên Îsraîlê da herêma bakurê rojhilatê Tehranê hedef hat girtin.

Nûçegihanê AAyê ragihand ku dengên êrîşan ên ku tê gotin li bakurê rojhilatê paytextê hatine kirin, li navenda Tehranê nehat bihîstin.

Heta niha rayedarên Îranê der barê êrîşên nû yên esmanî yên li ser Tehranê da tu daxuyanî nedan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın