Artêşa Îsraîlê bi êrîşên hewayî gelek deverên Xeta Xezeyê bombebaran kir
Gazze
Artêşa Îsraîlê bi êrîşên hewayî deverên bakur, navîn û başûrê Xeta Xezeyê bombebaran kir û bi van êrîşan va peymana agirbestê ya bi Hemasê ra binpê kir.
Li gorî agahiya ku ji şahidan hat hildan, balafirên şer ên Îsraîlê rojhilatê bajarê Xezeyê ya li bakur bi êrîşên dijwar va hedef girtin.
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê navenda Xeta Xezeyê û bajarên Xan Yûnis û Refahê yên li başûr jî bombebaran kirin.
Hat destnîşankirin ku êrîş li deverên di bin dagirkeriya Îsraîlê da pêk hatin.
Ji hêla din, hêzên Îsraîlê yên ku topan davêjin jî li rojhilatê bajarê Xezeyê bi firokeyên ku êrîş dikin va tevgeriyan û di heman demê da top avêtin.
Botên behrê yên Îsraîlê yên li peravên Xeta Xezeyê jî bi tivîngên bimakîne va gule li bajarê Xezeyê reşandin.
Çavkaniyên nexweşxaneyê ragihandin ku jê yek jin, 2 sivîlên Filistînî li herêma Cibaliyeyê ya Xezeyê ji ber êrîş artêşa Îsraîlê birîndar bûn.
Şahidan got artêşa Îsraîlê li bajarê Xan Yûnis û Refahê yên li başûrê Xeta Xezeyê hin avahî hilweşandin û dengê teqînan tê bihîstin.
- Li Xezeyê di êrîşa Îsraîlê ya bi dronê da Filistîniyek hat kuştin
Li Xeta Xezeyê di êrîşên ku Îsraîl digel agirbestê didomîne da Filistîniyek hat kuştin û çend kes birîndar bûn.
Li gorî agahiya ji çavkaniyên nexweşxaneyê hat wergirtin, artêşa Îsraîlê li bakurê Xeta Xezeyê li herêma Beyt Lahiyayê bi dronê komek welatî kir armanc.
Di êrîşa Îsraîlê ya bi dronê da Filistîniyê bi navê Samî Ehmed Ebû Derda hat kuştin, çend kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê serê sibehê jî bi êrîşên hewayî deverên bakur, navîn û başûrê Xeta Xezeyê bombebaran kiribû û bi van êrîşan va peymana agirbestê ya bi Hemasê ra binpê kiribû.
Çavkaniyên nexweşxaneyê jî ragihandibûn ku ji ber êrîşên Îsraîlê, li herêma Cibaliyeyê ya Xezeyê yek jê jin 2 sivîlên Filistînî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
