Dinya

Artêşa Îsraîlê êrîşî herêma Dahîyeyê ya li başûrê Beyrûta paytextê Libnanê kir

Muhammed Emin Canik, Ethem Emre Özcan  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
Artêşa Îsraîlê êrîşî herêma Dahîyeyê ya li başûrê Beyrûta paytextê Libnanê kir

Beyrut

Artêşa Îsraîlê 3 êrîşên hewayî bir ser herêma Dahîyeyê ya li başûrê Beyrûta paytextê Libnanê.

Li gorî agahiya nûçegihanê AAyê yê li herêmê, balafirên şer ên Îsraîlê di nav nîv saetê da 3 caran êrîşî Dahîyeyê kirin.

Piştî êrîşê li paytext Beyrûtê û dora wê dengê teqînan ên xurt hatin bihîstin.

Li Beyrûtê û dora wê dengê balafiran tê.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî ya şirketa Xê ya ku navenda wê Amerîka ye da got wan li dijî binesaziya Hizbullahê ya li Beyrûtê êrîşên hewayî dane destpêkirin.

Artêşa Îsraîlê danê êvarê gefxwarina xwe dubare kiribû ku ew ê êrîşî Dahîyeyê ya ku wekî keleha Hizbullahê tê zanîn bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın