Dinya

Apple careke din di rêzbendiya marqeyên herî biqîmet ên cîhanê da yekemînbûna xwe parast

Hülya Ömür Uylaş  | 20.01.2026 - Rojanekırın : 20.01.2026
Apple careke din di rêzbendiya marqeyên herî biqîmet ên cîhanê da yekemînbûna xwe parast

Ankara

 Apple careke din di rêzbendiya marqeyên herî biqîmet ên cîhanê da cihê xwe yê yekem parast û di xebata "500 Brandên Herî Nirxdar ên Cîhanê" ya Brand Finance da, careke din bi nirxa marqeya xwe ya 607.6 milyar dolarî di rêza yekem da cih girt.

Xebata "Global500 - 500 Markayên Herî Biqîmet ên Cîhanê 2026" ku ji hêla şirketa nirxandina marqeyan a navneteweyî Brand Finance va hatibû amadekirin, qediya.

Nûçegihanê AAyê daneyên xebatê berhev kir û li gorî wê Apple bi nirxa 607,6 milyar dolarî, her wekî sala borî, wekî marqeya herî biqîmet a cîhanê hat destnîşankirin. Nirxa marqeya şirketê di sala 2025an da wekî 574,5 milyar dolarî hatibû dîtin.

Piştî Apple Microsoftê bi qasî 565.3 milyar dolar û Google bi 433.1 milyar dolar hatin. Nirxa marqeya Microsoftê di sala 2025an da derdora 461.1 milyar dolarî, ya Googleê jî li derdora 413 milyar dolarî bû.

Di heman lîsteyê da şirketa DYAyî Amazon bi qasî 369.9 milyar dolarî di rêza 4emîn da, şirketa DYAyî Nvidia bi 184.3 milyar dolarî di rêza 5emîn da, şirketa Çînî TikTok bi 153.5 milyar dolarî di rêza 6emîn da, şirketa firotinê ya parekende ya DYAyî Walmart bi 141 milyar dolarî di rêza 7emîn da, Samsung a Koreya Başûr bi 119.2 milyar dolarî di rêza 8emîn da, şirketa DYAyî Facebook bi 107 milyar dolarî di rêza 9emîn de û State Grid a Çînî bi 102.4 milyar dolarî di rêza 10emîn da cih girt.

Li gorî encamên lêkolînê DYA di rêza welatan da di rêza yekem da ye. Ji şirketên di lîsteya Global 500 da, 192 ji wan şirketên DYAyî, 68 ji Çînê, 33 ji Japonya, 33 ji Fransa, 26 ji Almanya û 25 ji Brîtanyayê ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın