Dinya

Amerîkayê xelata rûmetê da melayê li Nîjeryayê 262 Xiristiyan xilas kirin

Amerîkayê xelata rûmetê da Ebdillahî Ebûbekirê melayê 83 salî yê li Nîjeryayê 262 Xiristiyanên ji pevçûna çekdarî revîn û xwe sipartin mizgeftê parast

Haydar Şahin  | 19.07.2019 - Rojanekırın : 21.07.2019
Amerîkayê xelata rûmetê da melayê li Nîjeryayê 262 Xiristiyan xilas kirin

Dakar

Amerîkayê xelata rûmetê da Ebdillahî Ebûbekirê melayê 83 salî yê li Nîjeryayê 262 Xiristiyanên ji pevçûna çekdarî revîn û xwe sipartin mizgeftê parast.

Li gor xebera BBCyê li Plateauya eyaleta welêt di tîrmeha 2018an da di navbera cotkarên Xiristiyan û heywandaran da pevçûn derket, mele Ebûbekir Xiristiyanên ji pevçûnê revîn parast ji bo vê tevgera wî Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Xelata Azadiya Dînan da mela.

Pompeo di dema dayîna xelatê da axivî û got, "Midaxele nekira dibe ku mensûbên dînekî din bihatina kuştin, kuştin da ber çavên xwe û ew parastin."

Mihemed Buxariyê Serokê Nîjeryayê jî ji ber tevgera wî mela Ebûbekir pîroz kiribû û xelata "Rûmeta Neteweyî" dabû wî.

- Ji ber şerê cotkar û heywandaran bi hezaran kes hatin kuştin

Li Nîjeryayê ji sala par vir da ji ber şerê di navbera heywandar û cotkaran da bi hezaran kes hatin kuştin û bi deh hezaran kes jî ji cî û warên xwe bûn li ser vê hikûmetê tevdîrên li herêmên bi pevçûn zêde kiribûn.

Fûlaniyên ji bo heywanên xwe biçêrînin koçî başûrê welêt dikin îdia dikin ku cotkar dixebitin ku heywanên wan bidizin û êrîşî wan dikin.

Xiristiyan jî îdia dikin ku heywandarên Fûlanî dixebitin ku li başûrê welêt ê ku Xiristiyan lê zêde dijîn fikr û ramanên Şêx Osman Dan Fodîoyê di sedsala 18an da jiyaye belav bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.