Dinya

Amerîkayê tazmînatê bide malbatên sivîlên di êrîşa hewayî ya Kabulê da kuşt

Şeyma Uzundere  | 16.10.2021 - Rojanekırın : 17.10.2021
Amerîkayê tazmînatê bide malbatên sivîlên di êrîşa hewayî ya Kabulê da kuşt

Ankara

Amerîkayê di meha tebaxê da li Kabula paytextê Efxanistanê ji hewayê êrîş kiribû û soz da ku ew ê tazmînatê bide malbatên 10 Efxanên di êrîşa da kuştibû.

John Kîrbyyê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku ji bo malbatên Efxanên hatin kuştin li Amerîkayê bi cî bikin wezaret xebatan dimeşîne.

Kîrby destnîşan kir ku Colîn Kahlê Misteşarê Polîtîkayên Parastinê û Steven Kwonê Serok û Avakarê Nutrition and Education Internationala (NEI) saziya alîkariyê ya Amerîkayê ya ku Zemarî Ehmediyê hat kuştin lê dixebitî bi hev ra axivîn piştî vê biryar hat dayîn ku alîkarî were dayîn.

Amerîkayê di 29ê tebaxê da li nêzî Balafirgeha Kabulê êrîş kiribû.

Di êrîşê da 7ê wan zarok 10 sivîl hatibûn kuştin. Orgeneral Kenneth McKenzîeyê Fermandarê CENTCOMê diyar kiribû ku berpirsyariya êrîşê hildidin ser xwe û lêborîn xwestibû. McKenzîe di îlonê da gotibû difikirin ku tazmînatê bidin malbatên Efxanên kuştî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın