Dinya

Amerîkayê qeyda sîlahên daye YPG/PKKyê negirtiye

21.02.2020 - Rojanekırın : 22.02.2020
Amerîkayê qeyda sîlahên daye YPG/PKKyê negirtiye

Washington DC

Derket holê ku Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) qeyda sîlahên 715 milyon dolarî yên di salên 2017-2018an da bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê dabû YPG/PKKyê negirtiye.

Di kontrola Ofêsa Berpirsyariya Malî ya Wezareta Parastinê ya li ser qeydên fona perwerde bike-çekdar bike ya têkoşîna dijî DAEŞê ya Pentagonê da hat tesbîtkirin ku qeyda sîlahên di çarçoveya bernameyê da bi destê Hêza Wezifeya Yekbûyî ya Hêzên Taybet a Amerîkayê li Sûriyeyê hatine belavkirin nehatiye girtin.

Di rapora kontrolê da wiha hat gotin: "Hat tesbîtkirin ku Hêza Wezifeya Yekbûyî ya Hêzên Taybet qeyda ekîpmanên 715 milyon dolarî digirin ên budçeya salên 2017-2018an negirtine."

Di raporê da hat destnîşankirin ku hêzên Amerîkayê li gelek ciyan sîlah depo kirine, gelek kom tevlî karê depokirinê bûne, qeyda sîlahên ji bo li Sûriyeyê werin belavkirin hatibûn şandin nehatiye girtin.

Wekî mayîn di raporê da tê gotin ji ber ku li Kuweytê sîlah rast nehatine depokirin hinekên wan zeng girtine û êdî nayên bikaranîn.

Di raporê da agahî nehat dayîn ku sîlahên windabûyî gelo bêyî haya Amerîkayê ketine destê komên din an na, ya balkêş ew e ku ji budçeyên salên 2017 û 2018an da ji bo Sûriyeyê bi tevahî 930 milyon dolar piştgirî hatiye xwestin.

Pentagon îdia dike ku lîste û nimareyên hemû sîlahên li YPG/PKKyê hatin belavkirina daye Tirkiyeyê.

Rêveberiya Amerîkayê di budçeya 2020î da ji bo YPG/PKK û komên li Sûriyeyê piştgiriyê dide 300 milyon dolar veqetandibû, bi 200 milyon dolarî sîlah û cebilxane hatibûn kirîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın