Abdullah Tel
29 Tebax 2020•Rojanekirin: 30 Tebax 2020
Fermandariya Parastina Hewayî ya Amerîkaya Bakur (NORAD) ragihand ku li nêzî Alaskayê pêşî li 3 kom balafirên keşfê yên Ûris girtin.
Di daxuyaniya NORADê da hat gotin ku balafirên şer ên F-22 Raptorê ku balafirên tankêrê yên bi tîpa KC-135an hevalbendiya wan kir pêşî li 3 kom balafirên bi tîpa Tupolev Tu-142 girtin.
Hat gotin ku balafirên Rûsyayê bi qasî 5 saetan li herêmê geriyan û bi qasî 50 mîlê deryayê nêzî Alaskayê bûn û di vê demê da li qada hewayî ya navneteweyî man.
Fermandarê NORADê General Glen VanHerck jî di daxuyaniya weşand da ragihand ku di salên dawîn da li qada Fermandariya Bakur hejmara kar û xebatên eskerî yên welatên biyanî zêde bûne û wiha domand: "Me îsal ji 12 caran zêdetir pêşî li wan firînan girt û di salên dawîn da ev hejmareke gelek zêde ye."