Dinya, Koronavîrus

Amerîkayê ji ber Kovîd-19ê ji Rûsyayê ekîpmanê tibî kirî

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Morgan Ortagusê ragihand ku wan ji Rûsyayê ekîpmanê tibî kirî.

Önder Beyter  | 02.04.2020 - Rojanekırın : 02.04.2020
Amerîkayê ji ber Kovîd-19ê ji Rûsyayê ekîpmanê tibî kirî

Washington DC

 Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Morgan Ortagusê ragihand ku wan ji Rûsyayê ekîpmanê tibî kirî.

Ortagusê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku peyman di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hat pêk hat.

Ortagusê destnîşan kir ku Amerîka di mijara şewa Kovîd-19ê da têkoşîneke kurewî dide, lêbelê çareserî bi yekalî çênabe û wiha dewam kir:

"Piştî peywendiya Serok Trump û Serok Putîn a li ser têlefonê a 30ê adarê, Amerîkayê balafirek tijî alavên tibî kirî ku 1ê nîsanê gihîşt New Yorkê û tê da cihazên nefeshildanê û ekîpmanên parastina takekesî jî hene. Herdu welatan jî di raboriyê da di demên krîzê da alîkariya mirovî dane hev û dê siberojê jî vê yekê bikin. Ji bo têkbirina dijminekî hevpar ê ku jiyana me hemûyan tehdîd dike, dem, dema xebata bi hev ra ye."

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, balafira eskerî ya kargoyê ya cure "AN-124" ku ji Rûsyayê di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê bo Amerîkayê hat şandin, li Balafirgeha Navneteweyî ya New York JFKyê danî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.