Dinya

Amerîkayê ji AAyê ra piştrast kir ku dê hin xebatkarên li Balyozxaneya Bexdayê paş vekişîne

Aynur Şeyma Asan  | 12.06.2025 - Rojanekırın : 13.06.2025
Amerîkayê ji AAyê ra piştrast kir ku dê hin xebatkarên li Balyozxaneya Bexdayê paş vekişîne

Ankara

 Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji Ajansa Anadoluyê (AA) ra piştrast kir ku ji bo hin xebatkarên li Balyozxaneya Amerîkayê biryara paşvekişînê hat dayîn.

Rayedarekî ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der barê mijarê da daxuyanî da AAyê.

Rayedar diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump "dixwaze ku hem li nav welêt hem jî li dervayî welêt Amerîkayiyan di nav ewlehiyê da bigire" û da zanîn ku di encama nirxandinan biryar da ku jimara xebatkarên li Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê kêm bike.

Rayedarekî ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya bo AAyê da diyar kir ku Fermandariya Hêzên Navend ên Amerîkayê (CENTCOM) rageşiya ku li Rojhilata Navîn zêde bûye ji nêz va dişopîne.

Rayedar da zanîn ku Pete Hegsethê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê "pesend kir ku xizmên eskerên li herêmê ji welatên ku bi dilxwazî lê ne veqetin" û CENTCOm ji bo ku "her dem amade be" bi Wezareta Karên Derva û hevkarên xwe yên li herêmê ra hevkariyê dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın