Dinya

Amerîkayê di demeke nêz da eskerên xwe bişîne welatên NATOyê yên li Ewropaya Rojhilat

Dildar Baykan Atalay  | 29.01.2022 - Rojanekırın : 31.01.2022
Amerîkayê di demeke nêz da eskerên xwe bişîne welatên NATOyê yên li Ewropaya Rojhilat

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir ku Amerîkayê di demeke nêz da eskerên xwe bişîne welatên NATOyê yên li Ewropaya Rojhilat.

Bîden eyaleta Pîttsburgê ziyaret kir û piştî ziyaretê dema vedigeriya Washîngtonê daxuyanî da rojnamevanan û rageşiya li sînorê Ukrayna û Rûsyayê nirxand.

Rojnamevanan pirsî ku gelo ew ê kînga eskerên Amerîkayê bişînin Ewropaya Rojhilat, li ser vê Bîden got, "Ez ê di demeke nêz da eskerên Amerîkayê bişînim welatên NATOyê yên li Ewropaya Rojhilat."

John Kîrbyyê Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) di 24ê rêbendanê da daxuyanî dabû û diyar kiribû ku dema lazim bike Hêza Miqabeleyê ya NATOyê were çalakkirin ew ê ji bo piştgiriyê 8 hezar û 500 eskerî amade bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın