Dinya

Amerîka-Îsraîlê, li nêzî Tengava Hurmuzê êrîşî îskeleya Girava Keşmê ya Îranê kir

Ahmet Dursun  | 31.03.2026 - Rojanekırın : 31.03.2026
Amerîka-Îsraîlê, li nêzî Tengava Hurmuzê êrîşî îskeleya Girava Keşmê ya Îranê kir

Ankara

Hat ragihandin ku Amerîka û Îsraîlê li nêzî Tengava Hurmuzê êrîşî îskeleya Îranê ya li Girava Keşmê kir.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nîvfermî, Alîkarê Waliyê Hurmuzganê Ahmed Nefîsî daxuyand ku Amerîka-Îsraîlê êrîşî Îskeleya Behmenê ya li Girava Keşmê kir.

Nefîsî daxuyand ku di êrîşê da tiştek bi kesî nehat, piştî tedqîqatên ewil fealiyetên îskeleyê normalîze bûn û rewşa li herêmê bi temamî di binê kontrolê da ye.

Nefîsî îdiayên ku dibêjin Amerîka-Îsraîlê êrîşî tesîseke ji xoyê daweribandina ava behrê kiriye, derewand û wiha got, "Di rojên ewil ên şer da ji bilî êrîşa ser tesîsên daweribandina xoyê ya Keşmê tu êrîşeke nû nehatiye kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.