Dinya

Amerîka li Sûriyeyê di şandina hêzên zêdetir bo qadên neftê da berdewam e

Artêşa Amerîkayê li Sûriyeyê ji bo baregeh û xalên xwe yên eskerî yên li qadên neftê yên di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da ne, hêzên teqwiye şandin.

Önder Beyter  | 05.12.2019 - Rojanekırın : 06.12.2019
Amerîka li Sûriyeyê di şandina hêzên zêdetir bo qadên neftê da berdewam e

Haseke

 Artêşa Amerîkayê li Sûriyeyê ji bo baregeh û xalên xwe yên eskerî yên li qadên neftê yên di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da ne, hêzên teqwiye şandin.

Artêşa Amerîkayê ji ser Iraqê ra di şandina hêzên zêdetir ên ji bo baregeh û xalên xwe yên eskerî yên li parêzgehên Heseke û Dêrazora Sûriyeyê da berdewam e.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî yên li Hesekeyê hat wergirtin, unsûrên Amerîkayê yên li Iraqê, duh nîvê şev ji ser deriyê sînor ê Sêmalkayê bo qada neftê Cîbse ya li Şedadiya Hesekeyê konvoyeke eskerî ku ji 50 tiran pêk tê şand. Di konvoyê da pîqabên 4x4, makîneyên şixûl û tirên qasegirtî cih girtin.

Artêşa Amerîkayê pêrê jî ji ser deriyê sînor el-Welîdê hêzeke zêdetir ku ji 9 wesayîtên bizirx û 50 eskerî pêk dihat, şandibû qada neftê Omerê ya li Dêrazorê.

Artêşa Amerîkayê ku dixwaze li Sûriyeyê hebûna xwe ya li qadên neftê xurtir bike, li van herêmên ku di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da ne, fealiyetên xwe yên dewriyeyê jî didomîne.

- Amerîka dest ji qadên neftê nakişîne

Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê li parêzgehên Heseke, Reqa û Dêrazorê li herêmên di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da bi tevahî li 11 baregeh û xalên eskerî hebûna xwe didomînin.

Fermandarên Amerîkayî 15ê cotmehê ligel reîsên eşîretên li Dêrazorê civîn li dar xistibûn û soz dabûn wan ku ew ê ji herêmê venekişin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.