Dinya

Amerîka ji bo "baca penaberên dereqanûnî" ya ku wê li Meksîkayê bibiriya poşman bû

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "Amerîka û Meksîkayê (di mijara sekinandina penaberên dereqanûnî da) li hev kir û ew ji vê yekê kêfxweş e. Roja duşemê Amerîka baca gumrikê ya hatibû îlankirin ku wê li Meksîkayê were birîn, betal kir"

İbrahim Atmaca  | 08.06.2019 - Rojanekırın : 09.06.2019
Amerîka ji bo "baca penaberên dereqanûnî" ya ku wê li Meksîkayê bibiriya poşman bû

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Amerîka û Meksîkayê di mijara penaberên dereqanûnî da li hev kir û ji ber vê yekê jî bacên gumrikê yên dihat plankirin ku li ser vî welatî were sepandin, hat betalkirin.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir, baca gumrikê ya ku wî ragihandibû ku wê li Meksîkayê were birîn, hat betalkirin.

Serokê Amerîkayê Trump di daxuyaniya xwe da wiha got, "Amerîka û Meksîkayê (di mijara sekinandina penaberên dereqanûnî da) li hev kir û ew ji vê yekê kêfxweş e. Roja duşemê Amerîka baca gumrikê ya hatibû îlankirin ku wê li Meksîkayê were birîn, betal kir."

Trump got ku li gor peymana navborî, Meksîka ji bo sekinandina penaberên dereqanûnî teahûd da.

Amerîkayê hefteya borî ji bo ku penaberên Amerîkaya Latîn bi awayê dereqanûnî ser Meksîkayê ra derbasî Amerîkayê nebin, diyar kiribû ku wê ji sedî 5 bacên gumrikê li vî welatî bibire û di 1ê cotmehê da heta derkeve ji sedî 25an wê zêdekirina bacê wê dewam bike.

Trump gotibû ku heke Meksîka hatina penaberan bide sekinandin jî ev bac wê demildest were rakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın