Dinya

Amerîka dê jimara eskerên xwe yên li Iraq û Efxanistanê daxîne 2 hezar û û 500î

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chrîstopher Mîller eşkere kir ku dê jimara eskerên li Efxanistan û Iraqê ji 15ê kanûna paşîn a 2021î pê va daxînin 2 hezar û 500î.

Elif Irmak  | 18.11.2020 - Rojanekırın : 18.11.2020
Amerîka dê jimara eskerên xwe yên li Iraq û Efxanistanê daxîne 2 hezar û û 500î

Washington DC

 Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chrîstopher Mîller eşkere kir ku dê jimara eskerên li Efxanistan û Iraqê ji 15ê kanûna paşîn a 2021î pê va daxînin 2 hezar û 500î.

Mîller daxuyanî da mensûbên çapemeniyê yên Wezareta Parastinê (Pentagon) û got ku "Ji 15ê kanûna paşîn a 2021î pê va dê jimara eskerên me yên li Efxanistanê bibe 2 hezar û 500. Jimara eskerên me yên li Iraqê jî dê bi heman avajî ji 15ê kanûna paşîn a 2021î pê va bibe 2 hezar û 500."

Chrîstopher Mîller got ku ev biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump bi pêşaniyên ewlehiya neteweyî ra guncav e û xwe dispêre şêwrên ku çendî meh e bi ekîba ewlehiya neteweyî ra dike.

Mîller got ku di vê mijarê da di serî da Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokomarê Efxanistanê Eşere Xenî bi gelek serokên welatên mitefîq ra îstişare kirin.

Chrîstopher Mîller destnîşan kir ku dê dawî li şerên ku pişt êrîşên 11ê îlona 2001î bi dagirkeriya Efxanistan û Iraqê dest pê kirin bînin û wiha axivî: "Em ê zarokên xwe ji barê van şerên bêmawe xilas bikin."

Rayedarekî parastinê yê ku der barê miharê da ji bo mensûbên çapemeniyê nirxandin kir jî diyar kir ku Trump di çarçoveya pêşniyaza kabîneya ewlehiyê ya neteweyî da biryara paşvekişînê da û ev biryar li gor soza ku ji 2016an vir ca ku beşdarî pêşbaziya serokatiyê bibû vir va dabû gelê Amerîkayê ye.

Rayedar diyar kir ku şert û mercên li Efxanistan û Iraqê êdî di rewşa ku gel û berjewendiyên Amerîkayê tehdîd bike da nînin û li ser pirsa der barê aktîfbûna El Qaîdeyê ya li herdu welatên navborî jî got ku "El Qaîde çendî sal in li wir e û heme em bibêjin em venakêşin dê ew sibê ji wir dernekevin."

Rayedar got ku li Efanistanê Talîban û hêzên Efxan nikarin hev têk bibin û bal kişand ku li welêt çareserî ji mizakereyeke aştiyane derbas dibe.

Rayedar diyar kir ku dê di mîsyona têkoşîna dijî terorê ya Amerîkayê da guherînek çênebe û 2 hezar û 500 esker dê li herdu welêtan ji bo peywirên hewcedar têrî biki.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın