Dinya

Amerîka amadehiyan dike ku sepanên medyaya civakî yên Çînî yên wek TîkTokê qedexe bike

Türkan Tosun  | 08.07.2020 - Rojanekırın : 09.07.2020
Amerîka amadehiyan dike ku sepanên medyaya civakî yên Çînî yên wek TîkTokê qedexe bike

Washington DC

WASHINGTON (AA) - Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo daxuyand ew amadehiyan dikin ku sepanên medyaya civakî yên Çînî yên wek TîkTok û din qedexe bikin.

Pompeo ji bo televizyona Fox Newsê axivî û der barê bernameyên medyaya civakî yên navenda wan Çîn e da axivî.

Pompeop destnîşan kir bi taybetî bernameya TîkTokê ji hêla ewlehiyê ya xwedî talukeyeke mezin e û ew cidî li ser vê diaxivin.

Ji bo qedexekirina vê bernameyê Pompeo wiha got: "Di vê mijarê da ez naxwazim ji Serok (Donald Trump) derbas bibim û biaxivim lê Amerîka wê der barê sepanên Çînî yên di telefonên mirovan da barkirî ne da ya rast çi be wê evê bike. Em niha bi mijarê ra eleqedar in."

Piştî daxuyaniya wî TîkTokê jî bi daxuyaniyeke nivîskî va bertek nîşanî Pompeo da.

TîkTokê daxuyand şirket ji hêla CEOyê Amerîkî va tê rêvebirin, di nav bernameyên wek vê bernameyê da ew ji hêla ewlehî û polîtîkaya kamuyê va di rêza da ewil da tê.

Di daxuyaniyê da hat gotin karê wanê sereke ew e ku ew bernameyeke ewle ji kesên ku wê bi kar tînin ra pêşkêş bikin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Me tu carê bi hikûmeta Çînê ra dane parve nekirin û bê xwestin jî emê vî tiştî nekin."

Li Amerîka û dinyayê 800 milyon kes bernameya TîkTokê bi kar tînin. Tê idakirin ku TîkTok agahiyên şexsî yên ku vê bernameyê bi kar tîne dide Çînê.

Gelek pisporên Amerîkî dibêjin TîkTok ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê talûke ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın