Dinya

Amerîkayê hin şirket û fîrmayên Çînê kir lîsteya reş a bazirganiyê

Amerîkayê bi hinceta ku li Herêma Xweser a Uygurê tevî zextên dijî Tirkên Uygurê dibin, 28 şirket û fîrmayên Çînî kir lîsteya reş a bazirganiyê

İbrahim Atmaca  | 08.10.2019 - Rojanekırın : 11.10.2019
Amerîkayê hin şirket û fîrmayên Çînê kir lîsteya reş a bazirganiyê

Ankara

 Amerîkayê bi hinceta ku li Herêma Xweser a Uygurê tevî zextên dijî Tirkên Uygurê dibin, 28 şirket û fîrmayên Çînî kir lîsteya reş a bazirganiyê.

Li gor danezana ku ji Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê hat dayîn, 28 şirket û fîrmayên Çînî ji ber ku li herêma bakurê rojava li dijî Uyguran û piraniya wan Misilman dijî hemû pêkhateyên civakê "têkiliya wan bi îstismar û binpêkirina mafên mirovan ra heye" ketin lîsteya reş.

Di danezanê da wiha hat gotin, "Çîn Uygur, Kazak û pêkhateyên Misilman bi teknolojiya pêşketî dişopîne, li gor kêfa xwe wan binçav dike û zextê dide ser wan. Di kampanyayên şopandin, binçavkirin û zextê da bi taybetî ev şirket û fîrma ji aliyê îstismar û binpêkirina mafên mirovan da ketin bin tohmetê."

Şirket û fîrmayên Çînî yên ketin lîsteya reş, heta ku pesendkirina rêvebiriya Washingtonê nebe, qedexe ye ku ji şirketên Amerîkayê alavan bikirin.

Li Çînê di salên dawîn da li Herêma Xweser Sîncan Uygurê ku Tirkên Uygur lê dijîn, li dijî kampên ku di bin navê navenda perwerdeyê da fealiyetan dikin û li dijî nasname û çanda Uyguran binpêkirin hene û ev binpêkirin ji aliyê raya giştî ya navneteweyî va tê rexnekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.