Dinya

Amerîkayê daxuyand ku wan Heyet Tahrîr Şam ji lîsteya "rêxistina terorê" derxist

Şerife Çetin  | 07.07.2025 - Rojanekırın : 09.07.2025
Amerîkayê daxuyand ku wan Heyet Tahrîr Şam ji lîsteya "rêxistina terorê" derxist

New York

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê daxuyand, piştî rakirina tengavkirinên dijî Sûriyeyê, Heyet Tehrîr Şama (HTŞ) ku di lîsteya rêxistina terorê da bû, ji lîsteyê hat derxistin.

Biryara Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Li gor biryara ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubio îmze kir, "HTŞya ku wekî Eniya El Nusrayê jî tê zanîn, ji lîsteya 'Rêxistina Terorê ya Biyanî (FTO)' hat derxistin."

Hat gotin ku bi Wezîrê Edaletê û Wezîrê Xezîneyê yên Amerîkayê ra îstişare hatin kirin û biryar paşê hat dayîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 30ê Hezîranê da biryarnameya serokatiyê îmze kiribû û tengavkirinên dijî Sûriyeyê yên Amerîkayê bi dawî bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.