Amerîkayê êrîşa ku li Sûriyeyê birin ser konvoya Tirk şermezar kir
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Morgan Ortagusê êrîşa esmanî ya ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê birin ser konvoya eskerî ya Tirk û sivîlan şermezar kir

Washington DC
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Morgan Ortagusê êrîşa esmanî ya ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê birin ser konvoya eskerî ya Tirk û sivîlan şermezar kir.
Ortagusê li ser Twitterê der heqê êrîşa esmanî ya li Îdlibê birin ser konvoya eskerî ya Tirk ku diçû Baregeha Çavdêriyê ya 9 Nimre û ser sivîlên Îdlibê da daxuyaniya nivîskî.
Ortagusê di daxuyaniya xwe da wiha got, "Divê rejima Esed û mitefîqên wê demildest vegerin agirbesta ku ji bo Îdlibê çêbûbû. Îro piştî êrîşa xayîn a ku birin ser konvoya Tirk, sivîl, ekîbên alîkariya însanî û avahî bi awayê bê merhemet hatin hedefgirtin. Em vê şîdeta ku divê kuta bibe şermezar dikin."
Li Îdlibê rejima Beşşar Esed ku Rûsya piştgiriyê didê, êrîşa esmanî biribûn ser konvoya eskerî ya Tirk ku diçû Baregeha Çavdêriyê ya 9 Nimre û ser sivîlên Îdlibê û 3 sivîl miribûn, 12 sivîl birîndar bûbûn.
Wezareta Parastina Neteweyî êrîş şermezar kiribû û xwestibû ku tevdîrên hewce dikin demildest werin hildan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.