Dinya

Amerîka: Em piştgiriyê didin peymanên vejenê yên bi HKIyê ra hatine kirin

Hakan Çopur  | 23.05.2025 - Rojanekırın : 24.05.2025
Amerîka: Em piştgiriyê didin peymanên vejenê yên bi HKIyê ra hatine kirin

Washington DC

Tammy Burceya Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der barê peymanên vejenê yên ku di navbera Amerîka û Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hatin îmzekirin da got ku "Em piştgiriyê didin van peymanên vejenê. Her wiha em Hewlêr û Bexdayê teşwîq dikin ji bo ku hilberîna xaza sirûştî di demek herî kurt da dest pê bike bila bi hev ra bixebitin."

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Bruceyê di brîfînga çapemeniyê a rojeva der barê peymanên vejenê yên bi bihayê 110 milyar dolarî yên ku di navbera Amerîka û HKIyê da hatin îmzekirin nirxand.

Bruceyê bi bîr xist ku Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî ji bo ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo ra hevdîtinê bike li Washîngtonê ye û diyar kir ku peymanên vejenê yên di navbera HKI û fîrmayên Amerîkayî da di vê pêvajoyê da hatin îmzekirin û bihayê wan bi tevahî dora 110 milyar dolarî ye.

Bruceyê got ku "em kêfxweş bûn ku Serokwezîr Barzanî ji bo zêdekirina hilberîna xaza sirûştî ya li herêma xwe bi şirketên Amerîkayî ra peymanên gelekî mezin îmze kir. Ev peyman dê bibin alîkar ku Iraq bi çavkaniyên xwe bixwe bi kar bîne û di vejenê da serbixwe bibe."

Berdevka Amerîkayî her wiha behs kir ku ji ber zêdebûna hevkariya di navbera Amerîka û HKIyê da kêfxweş in û got ku "Em piştgiriyê didin van peymanên vejenê. Her wiha em Hewlêr û Bexdayê teşwîq dikin ji bo ku hilberîna xaza sirûştî di demek herî kurt da dest pê bike bila bi hev ra bixebitin."

- Ji bo gotina Bexdayê ya wekî "peyman derbasdar nînin" bertek

Ji hêla din va Bruceyê diyar kir ku daxuyaniya birêvebiriya Bexdayê ya wekî peymanên ku HKIyê bi fîrmayên Amerîkayê ra îmze kiriye "derbasdar nînin" qebûl nakin û got ku "Di heman demê da daxuyaniyên wekî ku ev niha betal in û derbasdar nînin hene, dibe ku hîlebaziyên wiha pirsgirêkê derxînin."

Berdevka Karên Derva parast ku Wezîrê Karên Derva Rubîo "bangî hikûmeta Iraqê dike ji bo ku (HKI) pêş bikeve û bi ser bikeve bila hember xêza jiyana wê aborî ya ku pêwîst e rêz bigire."

Bruceyê got ku wisa bawer dike ku heke di mijara vejenê da lihevkirin çêbe ev yek hem ji bo Bexdayê hem jî ji bo Hewlêrê dê kêrhatî be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın