Alîkarê Waliyê Helebê Ebdurrehman Selame wekî Waliyê Reqqayê hat tayînkirin
Halab
Li Sûriyeyê piştî ku di navbera hikûmet û rêxistina terorê YPG/HSDyê da agirbest çêbû û peymana entegrasyonê hat îmzekirin, Alîkarê Waliyê Helebê Ebdurrehman Selame wekî waliyê nû yê bajarê Reqqayê hat wezîfedarkirin.
Tayînkirin li ser hesabê medyaya civakî yê Waliyê Helebê Ezzam el-Garîb hat daxuyandin.
Walî Garîb wiha got, "Birayê me yê Ebdurrehman Selame ku di rêya têkoşîn û rizgariyê da dostekî me ye, ji bo wezîfeya Walîtiya Reqqayê hat tayînkirin û em wî pîroz dikin. Xwedê di wezîfeya wî ya nû da serkeftin û rastiyê têxe nesîbê wî. Ji bo ku gelê Reqqayê zêdetir pêş bikeve û îstiqrarê bibîne, Xwedê alîkarê wî be."
Garîb ji bo wezîfeya li Helebê jî pesnê Selame da û wiha got, "Xebatên wî yên li Helebê seba başkirina rewşê û pêşxistina xizmetan tesîreke wî ya mezin hebû. Ez di wezîfeya wî ya nû da jê ra serkeftinê dixwazim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
