Türkan Tosun
29 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Şaredarê Tehranê yê Berê û Alîkarê Serokomarê berê yê Îranê Mihemed Elî Necefî ji ber kuştina jina xwe tê sûcdarkirin li gor daxuyaniya parêzerê wî Hemîd Guderzî dibe ku bê îdamkirin.
Guderzî daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî ISNAyê û got biryara mehkemeyê ya der barê Necefiyê 67 salî yê ji ber sûcê "kuştina biqestî" tê sûcdarkirin da hê nehatiye eşkerekirin.
Parêzer Guderzî got ew bi malbata Mîtra Ostada (35) jina Necefî ya ku hatibû kuştin ra hevdîtinê dikin ku malbat ji daxwaza qisasê vegere, lê malbat dev ji vê daxwazê bernade.
Guderzî bal kişande îdamkirina Necefî û got mehkeme dibe ku hikmê qisasê bide.
Mihemed Elî Necefiyê demeke dirêj Wezîrtiya Perwerdeya Neteweyî, Alîkariya Serokomariyê û Şaredartiya Tehranê kiriye di 28ê gulanê da jina xwe ya duyemîn Mîtra Ostad bi çekê kuştibû, sûcê xwe îtîraf kiribû û teslîm bûbû.
Necefî ji ber ku par beşdarî çalakiyeke reqsê ya zarokan bûbû gelekî tund hatibû rexnekirin. Piştî rexneyan Necefî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hincet nîşan dabû û îstifa kiribû.