Alîgirên YPGya rêxistina terorê li Londrayê êrîşî welatiyan kir
Greater London
Li Londraya paytextê Îngiltereyê alîgirên YPGya rêxistina terorê çalakî li dar xist û di kêliya meşê da êrîşî welatiyan kir.
Alîgirên YPGya rêxistina terorê piştî ku di çarçoveya peymana navbera rêvebiriya Şamê û rêxistina terorê da artêşa Sûriyeyê pêşketina xwe domand, li tevahiya Ewropayê bangewazî kir û li ser bangewaziyê li Meydana Trafalgarê ya Londrayê civiyan.
Piştî çalakiya li vê derê alîgirên rêxistina terorê ber bi Kuçeya Downingê ya ku Nimreya 10an a Ofîsa Serokwezîriyê lê ye va meşiyan.
Di vê kêliyê da komek alîgirên rêxistina terorê êrîşî hin welatiyan kir. Alîgirên rêxistina terorê bi devjenî û fîzîkî êrîşî du jinan kir, lê polêsan her du alî ji hev kirin.
Çalakiya alîgirên YPGya rêxistina terorê li serê Kuçeya Downingê bi berzkirina duruşmeyan ra bi dawî bû.
