Dinya

Alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê li Fînlandiya û Swêdê xwepêşan li dar xist

Atila Altuntaş  | 11.06.2022 - Rojanekırın : 12.06.2022
Alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê li Fînlandiya û Swêdê xwepêşan li dar xist

Stockholms Lan

Alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê li Helsînkiya paytextê Fînlandiyayê û Stockholma paytextê Swêdê dijî Tirkiyeyê xwepêşanek kirin.

Li Fînlandiyayê alîgirên terorê li ber parlamentoyê civiyan, ji bo ku Fînlandiya di mijara endamtiya NATOyê da daxwazên Tirkiyeyê qebûl neke û beşdarî NATOyê nebe qasî du saetan xwepêşanek li dar xistin, pîneyên sembola YPG/PKKya rêxistina terorê nîşan dan.

Li Stockholma paytextê Swêdê jî komeke alîgirên rêxistinê li Meydana Norra Bantorgetê hatin bal hev û bi daxwaza Swêd çekan nede Tirkiyeyê çalakiyek kirin.

Di çalakiyê da pîneyên sembola YPG/PKKya rêxistina terorê ye û wêneyê serokê rêxistina terorê Abdullah Ocalan nîşan dan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın