Alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê çalakî kir û bi zorê ketin kampusa Ofîsa Cenevreyê ya NYê
Geneve
Alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê li pêşiya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakî kir û bi zorê ketin kampusa NYê.
Di çarçoveya peymana navbera rêvebiriya Şamê û YPG/HSDya rêxistina terorê da ji ber ku artêşa Sûriyeyê pêşketina xwe domand, rêxistinê li tevahiya Ewropayê bangewazî kir û alîgirên rêxistina terorê li ser bangewaziyê li pêşiya NYê civiyan.
Di kêliya çalakiyê da hin çalakvan ji nişkê va revîn û berê xwe dan NYê û bi pîne paçikên ku nîşaneya rêxistina terorê ne va ji ser têlan ra xwe avêtin û bi zorê ketin kampusa NYê.
Alîgirên YPG/HSDyê ku bê destûr ketin kampusê, wezîfedarên ewlehiyê yên NYê ew di demeke kin da derxistin derva.
Wezîfedarên ewlehiyê yên NYê bariyer danîn ber derî ku alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê nekevin hundir.
Piştî bûyerê polêsên Cenevreyê di demeke kin da hatin NYê, xwepêşandêr ji deriyê NYê dûr xistin û tevdîr hildan.
Rayedarên NYê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, çalakvan beriya ku xesarekê bidin, firsend ji wan ra nehat dayîn û ew derxistin derveyî kampusê.
Alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê piştî geşedanên li Sûriyeyê li gelek welatên Ewropayê bûn sedema provokasyonan, kevir û fîşengên hewayî avêtin polêsan, zirar dan mal û milkên qamûyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
