Dinya, Koronavîrus

Almanyayê ji ber Kovîd-19ê 2 herêmên li Îspanyayê jî wek herêmên birîsk eşkere kir

Almanyayê navê Madrîd û herêma Baskê ya Îspanyayê di lîsteya herêmên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) rîska wan zêde ye da nivîsî.

Türkan Tosun  | 12.08.2020 - Rojanekırın : 12.08.2020
Almanyayê ji ber Kovîd-19ê 2 herêmên li Îspanyayê jî wek herêmên birîsk eşkere kir

Berlin

Almanyayê navê Madrîd û herêma Baskê ya Îspanyayê di lîsteya herêmên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) rîska wan zêde ye da nivîsî.

Enstîtûya Robert Kochê (RKI) ya der barê nexweşiyên şofî da lêkolînan dike û agahiyê dide hikûmetê lîsteya herêmên birîsk in rojane kir.

Enstîtûyê navê Madrîd û herêma Baskê ya Îspanyayê jî li ser lîsteya herêmên birîsk zêde kir, lewra li vir şewba Kovîd-19ê pir zêde ye.

RKIyê du hefte berê navê Katalonya, Aragon û Navarraya herêmên Îspanyayê jî di vê lîsteyê da nivîsîbû.

Di lîsteyê da Amerîka, Rûsya, Misir, Îsraîl û Tirkiye jî di nav da 130 welat di nav welat û herêmên birîsk da hatine eşkerekirin.

Tê gotin heke testa Kovîd-19ê ya kesên ji van deran divizirin negatîf dernekeve divê ew 14 rojan di karantînayê da bimînin.

Wezarata Karên Derva yê Almanyayê ji bo seyahata Madrîd û Baskê hişyarî da.

Li Almanyayê di 21ê Hezîranê da qedexeya çûyîna Îspanya rakiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın