Dinya, Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Almanyayê dest danî ser yata 600 milyon dolarî ya milyarderê Ûris

Bahattin Gönültaş  | 03.03.2022 - Rojanekırın : 03.03.2022
Almanyayê dest danî ser yata 600 milyon dolarî ya milyarderê Ûris

Berlin

Hat ragihandin, ji ber dagirkirina Ukraynayê ji hêla Rûsyayê, di çarçoveya mueyîdeyên Yekîtiya Ewropayê da meqamên Almanyayê dest danîn ser yata 600 milyon dolarî ya milyarderê Ûris Elîşêr Usmanov ê bi eslê xwe Ozbek.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Almanyayê, li eyaleta Hamburgê peywirdaran li bêndera Hamburgê dest danîn ser yata Usmanov a 156 metre dirêj.

Yata navborî ya ku wekî tonaja brut, yata herî mezin a dinyayê ya bi motor tê qebûlkirin, ji Cotmeha 2021ê vir va li tersaneya şîrketa Alman a Blohm+Voss a înşeat û endazyariya keştiyan bû.

Di nûçeyan da hat diyarkirin, yata Usmanov a bi navê "Dîlber" di sala 2016an da ji hilberînerê yatên luks ê Alman Lurssenê bi 600 milyon dolarî kirî.

Di yata ku 65 kabînên wê hene da 40 rêwî û 80 murettebat dikarin bimînin. Di yatê da ji xeynî hewzekî mezin, pîsta du helîkopteran û sauna hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın