Alîgirên PKKya rêxistina terorê li ber Parlamentoya Ewropayê alozî derxistin
Brussels Hoofdstedelijk Gewest
Alîgirên PKKya rêxistina terorê li Bruksela paytextê Belçîkayê li ber Parlamentoya Ewropayê (PE) hatin cem hev, alozî derxistin û êrîşî polêsan kirin.
Komeke alîgirên PKK/YPGya rêxistina terorê ya ji 150 kesî pêk tê li gor saeta herêmî di saet 12.00î da li Meydana Luksemburgê ya li ber PEyê civiya.
Komê bi pîneyên sembola rêxistinê û posterên serok Ocalan va dijî Tirkiyeyê diruşme berz kir, piştî demekê jî alozî çêbû.
Alîgirên PKK/YPGyê barîkatên der û dora qadê hilweşandin û avêtin ser polîsan, bi kevir û kursiyan va êrîş kirin.
Polêsan xaza rondikrêj reşand ser qerebalixê.
Di demeke kurt da zêdetir kes beşdarî aloziyê bûn.
Tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û TOMAyan jî deriyên qadê girt.
Komê demekê diruşme berz kir û dora saet 13.30î dawî li çalakiya xwe anî.
