Dinya

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Wezîrê Tenduristiyê sûcdar kir ku "şewbê baş bi rê va nebiriye" û îstifa kir

Korona Hastalığı Danışma Konseyi Genel Sekreteri ve Başkan Yardımcısı Ali Nobaht da Nemeki'ye tepki olarak görevinden ayrıldığını açıkladı

Elif Irmak  | 21.11.2020 - Rojanekırın : 21.11.2020
Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Wezîrê Tenduristiyê sûcdar kir ku "şewbê baş bi rê va nebiriye" û îstifa kir

Ankara

 Riza Melekzadeyê Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Wezîrê Tenduristiyê Seîd Nemekî sûcdar kir ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) baş bi rê va nebiriye û bûye sedem ku gelek kes bimirin, ji ber vê yekê ji peywira xwe îstifa kir.

Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) îstifaya Melekzadeyê Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê ji Lêkolîn û Teknolojiyê Berpirsyar e û îstifaya xwe bi nameya ku ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî ragihand piştrast kir.

Melekzade di nameya îstifayê da Nemekiyê Wezîrê Tenduristiyê sûcdar kir ku şewba Kovîd-19ê xira bi rê va biriye û bûye sedema mirina gelek kesan.

Ji hêla din va Sekreterê Giştî yê Konseya Şewrê ya Nexweşiya Koronayê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê û Alîkarê Serok Elî Nobaht jî ragihand ku wek berteka dijî Nemekî dev ji peywira xwe berda.

Wezîrê Tenduristiyê Nemekî di axaftina xwe ya duh da Melekzade sûcdar kirivû ku "di mijara vîrusa koronayê da texmînên şaş dike."

Li Îranê jimara waqieyên Kovîd-19ê û mirin di hefteyên dawîn da ji destpêka şewbê vir va derketibû asta herî bilind. Li welêt jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin 43 hezarî borî û jimara waqieyan nêzî 900 hezarî bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın