Alîkarê Serokê Amerîkayê Vance got ku Tirkiye di agirbestê da roleke erênî lîst
Vance destnîşan kir ku "pêvajoya agirbestê ji texmînan çêtir diçe" û diyar kir ku tetbîqkirina merhaleya duyemîn dê wext bigire
Quds
Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D Vance diyar kir ku di plana agirbestê ya li Xezeyê da "Tirkiyeyê rolekî erênî lîst" û got ku dê di mijara hêzên biyanî yên dê li Xezeyê bi cî bibin dê kîjan bin da pêkûtiyê li Îsraîlê nekin.
Vance bi Steve Wîtfkoffê Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Serokê Amerîkayê Donald Trump û zavayê Trumo Jared Kushner ra piştî peywendiyên li Îsraîlê li navenda ku Amerîka û Îsraîlê ji bo tetbîqkirin û çavdêriya agirbesta li Xeta Xezeyê ava kir, civîna çapemeniyê li dar xist.
- Rola "erênî" ya Tirkiyeyê hat teqdîrkirin
Vance pêvajoya plana agirbesta li Xezeyê wekî "çekberdana Hemasê, li wir bicîbûna hêzên Îstiqrarê yên Navneteweyî û avakirina birêvebiriyeke alternatîf" rêz kir. Alîkarê Serokê Amerîkayê diyar kir ku ev pêvajo hemû dê wext bigirin.
Gazze'de konuşlanacak uluslararası askeri güce ilişkin bir soruyu yanıtlayan Vance,"Yabancı güçlerden kimlerin buraya geleceğine ilişkin İsraillilere herhangi bir zorlama yapmayacağız. Herkesin oynayacağı bir rol var. Kimileri yeniden yapılanma, kimisi sahada asker, kimisi finansman, kimisi de taraflar arasında iletişim, çatışmasızlığın sağlanması gibi roller oynayacak. Türklerin de bu anlamda şu ana kadar yapıcı bir rol oynadığını görüyoruz. Bunun için de minnettarız." diye konuştu.
Vance pirseke der barê hêza eskerî ya ku dê li Xezeyê bi cî bibe bersivand û got ku "Em dê di mijara hêzên biyanî yên dê li Xezeyê bi cî bibin dê kîjan bin da pêkûtiyê li Îsraîlê nekin. Roleke her kesî heye. Hin jê ji nû va avakirin, hin jê li sehayê esker, hin jê fînansman hin jê jî dê rolên wekî pêkanîna bêpevçûniya di navbera aliyan da bilîze. Em dibînin ku Tirkiye di vê meneyê da heta niha roleke erênî lîstiye. Em ji ber vê jî minetdar in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
