Aktor û aktrîsên Îspanyol di peyamên "Ji şer ra na" û "Filistîna Azad" da bûn yek
Madrid
Li Îspanyayê di merasima xelatê ya 34emîn a Union de Actores y Actricesa rêxistina hunermendên di sektora televîzyon, şano û sînemayê da ye peyamên "Ji şer ra na" û "Filistîna Azad" derketin pêş.
Di şeva galayê ya Union de Actores y Actricesê ya ku duh êvarê li Madrîdê hat lidarxistin da hunermendên mêr û jin ên Îspanyol yên ku xelat hildan di axaftinên xwe dijî rewşa li Rojhilata Navîn a ku bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê dest pê kir gotin ku "Ji şer ra na."
Hat dîtin ku di cil û bergên 66 namzedên ji sektorên sînema, şano û televîzyonê ji bo 25 xelatan ketin pêşbaziyê rozetên li serê dirûşmeyên "Hunermendên ji bo Filistînê", û "Ji şer ra na" nivîsandî hene.
Hunermendên Îspanyol destnîşan kir ku di merasima Oscarê ya li Amerîkayê da tenê aktorê Îspanyol Javîer Bardem ji bo "Filistîna Azad" dengê xwe bilind kir û got ku ev yek şermek e û îxlalûn mafên mirovan ên li kolanên Amerîkayê rexne kirin.
Sîlvîa de Peya Sekretera Giştî ya Union de Actores y Actricesê di axaftina xwe ya di vekirina galayê da destnîşan kir ku "li dinyayê heyameke ku nediyariyeke teqez heye da ne" û şerên li Îran û Ukraynayê, komkujiya Filistînê, îxlalên mafên mirovan ên li kolanên Amerîkayê, rewşa jinên li Efxanistanê û qeyrana avahiyê ya li Îspanyayê mînak nîşan da.
Peyê got ku "Dema ev hemû diqewimin wek wek sansur, otosansur û civak di her qadê da paş va diçin, siya vê ya li ser me di her hilbijartinê da hê bêtir diyar dibe. Hember vê rewşê berpisyariya civakî ya taybet a pîşeya me heye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
