Ajansa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirovan ya Îranê: "Hejmara kesên di xwepêşandanan da mirin derket 2 hezar û 550yî"
Istanbul
Ajansa Nûçeyan ya Çalakvanên Mafên Mirovan ya Îranê (HRANA) ragihand ku li Îranê hejmara kesên di xwepêşandanên ji ber pirsgirên aboriyê dest pê kiribûn da mirin derket 2 hezar û 550yî.
Di rapora ku li ser malpera HRANAya navend Amerîka ye hate weşandin da derbarê xwepêşandanên ku 17 roj in li welêt berdewam dikin da agahî hat dayîn.
Li gor agahiyan 12 jê kesên ji 18 salî biçûktir, 2 hezar û 403 kes jî çalakvan û 147 kes jî hêzên ewlekariyê, hejmara kesên di xwepêşandanan da mirin derket 2 hezar û 550yî.
Hat ragihandin ku di bûyerên berdewam da hezar û 134 kes birîndar bûne û 18 hezar û 434 kes jî hatine binçavkirin.
Rayedarên Îranê hê derbarê mirin an birîndarbûnên di xwepêşandanan da daxuyaniya fermî belav nekirine.
- Ji bo 100 wezîfedarên ewlehiyê yên ku di xwepêşandinên li Îranê da hatin kuştin, merasim hat lidarxistin
Ji bo 100 wezîfedarên ewlehiyê ku di xwepêşandinên li Îranê da hatin kuştin, li Tehrana paytext merasima cinaze hat lidarxistin.
Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê, merasim li pêşiya Zanîngeha Tehranê hat lidarxistin û bi hezaran kes beşdar bûn.
Di merasimê da di eleyhê Amerîka û Îsraîlê da pankart hatin vekirin û duruşme hatin berzkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
