Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a li DYAyê: Hejmara qurbaniyên bûyerên li Îranê ji 5 hezarî derbas bû
Istanbul
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ya ku navenda wê li DYAyê ye ragihand ku hejmara miriyan di xwepêşandanên li Îranê da, ku ji ber pirsgirêkên aborî derketine holê, gihîştiye 5 hezar û 2 kesan.
Li gorî nûçeya HRANAyê, di encama bûyerên li deverên cuda yên welêt da 26 hezar 752 kes hatine binçavkirin. Di pevçûnên di xwepêşandanan de 5 hezar û 2 kes, di nav de 207 karmendên ewlehiyê, canê xwe ji dest dane.
HRANAyê duh ragihandibû ku hejmara miriyan gihîştiye 4 hezar û 902 kesan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
