Dinya

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan ên Îranê: Hejmara kesên di bûyerên li Îranê da kuştin derket 2 hezar 615an

Ahmet Dursun  | 15.01.2026 - Rojanekırın : 15.01.2026
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan ên Îranê: Hejmara kesên di bûyerên li Îranê da kuştin derket 2 hezar 615an

Ankara

 Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan ên Îranê (HRANA) ya navend Amerîka ragihand ku di xwepêşandanan da yên ku ji ber pirsgirêkên aboriyê dest pê kirin, hejmara kuştiyan derket 2 hezar û 615an.

Li gorî nûçeya HRANAyê, di wan bûyeran da yên ku di dema xwepêşandanan da derketin, 2 hezar û 615 kes hatin kuştin.

Her wiha hat diyarkirin, di bûyerên ku li gelek cihên welat rû dan da 2 hezar û 54 kes birîndar bûn û 18 hezar û 470 kes jî hatin binçavkirin.

Ji hêla peywirdarên Îranî va heta niha der barê kuştî û birîndaran da tu daxuyanî nehat dayîn.

HRANAya navend Virginiaya eyaleta Amerîkayê di nûçeya xwe ya duh da ragihandibû ku hejmara kuştiyan derket 2 hezar û 550yî.

 - Qada asîmanî ya Îranê ji firînan ra cardin vebû

Li Îranê piştî temambûna maweya NOTAMê (daxuyandina ji bo hewageran) qada asîmanî ji firînan ra cardin vebû.

Di çarçoveya NOTAMê da ya ku duh bi şev ji hêla Îranê hat weşandin, sînordarkirinên firînan yên ji bo heya saet 06.30î, bi temambûna maweya diyarkirî va hatin rakirin.

Piştî vebûna qada asîmanî, li herêma firînê ya Tehranê rewş bi qedemeyî asayî bû, di firînên herêmî û navneteweyî da qada asîmanî ya Îranê cardin hat bikaranîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın