Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê: Hejmara kesên di xwepêşandanan da hatin kuştin derket 116an
Ankara
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ragihand ku li Îranê di xwepêşandanan da yên ji ber pirsgirêkên aboriyê dest pê kirin, hejmara kesên hatin kuştin derket 116an.
Li gorî nûçeya HRANAyê, li welêt di xwepêşanan da yên ketin roja 14em, 37 jê peywirdarên ewlehiyê û 4 jê xebatkarên tenduristiyê bi tevahî 116 kes hatin kuştin.
Hat diyarkirin, di bûyeran da dozgerek jî hat kuştin.
Di nûçeyê da her wiha hat diyarkirin ku di bûyeran da zêdetirî 2 hezar û 600 kesî birîndar bûn û heta niha 2 hezar û 638 kes jî birîndar bûn.
Ji peywirdarên Îranê heta niha biwarê kuştî û birîndaran daxuyanî nehat dayîn.
HRANAya navend eyaleta Virginiayê ya Amerîkayê di nûçeya xwe ya duh da ragihandibû ku hejmara kuştiyan derket 66an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
