Dinya

Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Îranê: Jimara kesên ku di bûyerên li Îranê da hatin kuştin bû 5 hezar û 459

Mustafa Melih Ahıshalı  | 25.01.2026 - Rojanekırın : 25.01.2026
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Îranê: Jimara kesên ku di bûyerên li Îranê da hatin kuştin bû 5 hezar û 459

Istanbul

Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye diyar kir, li Îranê jimara kesên ku di çalakiyên seba pirsgirêkên aborî derketin da hatin kuştin, derket 5 hezar û 459an.

Li gor nûçeya HRANAyê, di encama bûyerên ku li gelek deverên welêt derketin da 40 hezar û 887 kes hatin binçavkirin. Di bûyeran da 208 wezîfedarên ewlehiyê jî di navê da 5 hezar û 459 kes hatin kuştin.

HRANAyê di nûçeya xwe ya duh da daxuyandibû ku jimara kuştiyan derket 5 hezar û 137an.

Li Îranê di 28ê Berfanbara 2025an da qîmeta pereyê neteweyî yê Îranê li hemberî dowîzê pir kêm bû û pirsgirêkên aborî derketin. Li ser vê li Sûka Sergirtî ya Tehranê xwepêşanê dest pê kir û li tevahiya welêt bela bûbûn.

Li Tehrana paytextê Îranê di 8ê Rêbendanê da protesto tund bûn û piştî bûyeran rêvebiriya welêt înternet qut kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.