Dinya

Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Îranê: Di xwepêşandinan da jimara kuştiyan derket 538an

Dilara Karataş  | 11.01.2026 - Rojanekırın : 11.01.2026
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Îranê: Di xwepêşandinan da jimara kuştiyan derket 538an

Ankara

Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, ragihand ku li Îranê di xwepêşandinên dewam dikin da jimara kesên ku hatin kuştin derket 538an.

HRANAyê diyar kir, di du hefteyên dawî da di xwepêşandinên li tevahiya welêt da 490 jê xwepêşandêr, 48 jê wezîfedarên ewlehiyê, herî kêm 538 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji 10 hezar û 600î zêdetir kes jî hatin binçavkirin.

Ji aliyê din va ji rayedarên Îranî der heqê jimaran da daxuyaniya fermî nehat dayîn.

Associated Pressê (AP) jî ragihand ku wan reqamên kuştiyan ji tu dereke serbixwe teyîd nekir.

HRANAyê herî dawî daxuyandibû ku jimara kuştiyan derket 116an.

- Xwepêşandinên li Îranê

Li Îranê di 28ê Berfanbara 2025an da qîmeta pereyê neteweyî yê Îranê li hemberî dowîzê pir kêm bû û pirsgirêkên aborî derketin. Li ser vê li Sûka Sergirtî ya Tehranê xwepêşanê dest pê kir û li tevahiya welêt bela bûbûn.

Der heqê kesên ku di xwepêşandinan da hatin kuştin an jî birîndar bûn da daxuyaniya fermî nehat dayîn. HRANAyê di 10ê Rêbendanê da (di roja 14emîn a xwepêşandinan da) raporek weşandibû û diyar kiribû ku 37 jê wezîfedarên ewlehiyê û 4 jê xebatkarên tenduristiyê bi tevahî 116 kes hatin kuştin, 2 hezar û 600î zêdetir kes birîndar bûn, 2 hezar û 638 kes jî hatin binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın