Dinya

Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Îranê: Di bûyerên Îranê da jimara kuştiyan ji 7 hezarî derbas bû

Mustafa Melih Ahıshalı  | 12.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Îranê: Di bûyerên Îranê da jimara kuştiyan ji 7 hezarî derbas bû

Istanbul

Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye diyar kir, li Îranê jimara kesên ku di çalakiyên seba pirsgirêkên aborî derketin da hatin kuştin, derket 7 hezar û 2yan.

Li Îranê her çendî xwepêşandin bi dawî bûne jî HRANAya ku navenda wê li Virginiaya eyaleta Amerîkayê ye, îdia kir ku wan jimara kuştina zêdetir kesan da piştrastkirin û rojanekirina kuştî û binçavkiriyan didomîne.

Li gor nûçeya HRANAyê, di encama bûyerên ku li gelek deverên welêt derketin da 52 hezar û 941 kes hatin binçavkirin. Di bûyeran da 214 wezîfedarên ewlehiyê jî di navê da 7 hezar û 2 kes hatin kuştin.

HRANAyê diyar kir ku ew vê gavê li ser 11 hezar û 730 waqieyan tedqîqatê didomînin û herî dawî jimara kuştiyan wekî 6 hezar û 984 parve kiribû.

Li Îranê di 28ê Berfanbara 2025an da seba pirsgirêkên aborî li Sûka Mezin a Tehranê çalakiyan dest pê kiribû û li tevahiya welêt bela bûbûn. Hêzên asayîşê di 8-9ê Rêbendanê da midaxele kiribû û çalakî rawestiyabûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.