Dinya

Ajansa nûçeyan ya Libnanê: Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê bombeyên fosforê avêt

Ji aliyeki din Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku ji 2yê Adarê va hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin derket hezar û 29an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 786an.

Ethem Emre Özcan, Muhammed Emin Canik  | 22.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Ajansa nûçeyan ya Libnanê: Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê bombeyên fosforê avêt

Beyrut

Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlê bajarokê Nakurayê ya li bajarê Sûra li başûrê Libnanê bi top û bombeyên fosforê bomberan krirye û tê gotin ku li bajêr di navbera eskerên Îsraîlê û Hizbullahê da pevçûn çêbûne.

Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî ya Libnanê NNAyê, artêşa Îsraîlê, ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe ya li ser başûrê Libnanê, bi top û bombeyên fosforê êrîşî li ser bajarokê Nakurayê ya li ser sînor daye destpêkirin.

Gorî nÛçeyê li bajarokê di navbera eskerên Îsraîlê û milîsên Hizbullahê da şer û pevçûn çêbûne.

Duh artêşa Îsraîlê hewl dabû ku careke din bikeve Nakurayê û bi endamên Hizbullah ra ketibû pevçûnê.

- Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê: "Hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin derket hezar û 29an"

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku ji 2yê Adarê va hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin derket hezar û 29an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 786an.

Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Libnanê ku di 2yê Adarê da dest pê kiribûn, didomîne.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê hat diyarkirin ku ji 2yê Adarê va hejmara kesên ji ber êrîşên Îsraîlê hatine kuştin derket hezar û 29an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 786an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın