Ajansa fermî ya Libnanê: Îsraîlê bi bombeyên fosforê herêma Hamûla li başûrê welêt kir armanc
Beyrut
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê bi bombeyên fosforê herêma Hamûla ser bi bajarê Sûrê ya li başûrê Libnanê kir armanc.
Êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku 2yê adarê li dijî Libnanê dabûn destpêkirin, berdewam in.
Li gorî nûçeya NNAya Ajansa fermî ya Libnanê, artêşa Îsraîlê ya ku hewlên xwe yên berfirehkirina dagirkeriyê li başûrê welêt, didomîne bi bombeyên fosforê êrîşî herêma Hamûla li başûrê welêt kir.
NNAyê ragihand ku artêşa Îsraîlê duh jî bi bombeyên fosforê herêmên Nakura û Hamûlê kir armanc.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagiriya bejayê berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 1039an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 876an.
Hikûmeta Libnanê ragihandibû ku ji ber dagirkerî û êrîşên Îsraîlê milyonek û 162 hezar û 237 kes ji cih û warê xwe bûne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
