Agirê li Herêma Pîşesaziya Neftê ya Fuceyrayê ya li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb derket, di dîmenên peykê da reng veda
Istanbul
Agirê ku li Herêma Pîşesaziya Neftê ya Fuceyrayê ya li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb derket û tê da herî kêm 3 tankerên depokirina neftê zirar dîtin, di dîmenên peykê yên herî ronîdarkirî da reng veda.
Platforma Soar Atlasê ku ji bo li yek cihî komkirina nexşe û dîmenên peykê hatiye çêkirin, wêneyên têkildarî bûyera li herêma pîşesaziyê ya Fuceyrayê weşand.
Di dîmenên peykê yên 5ê Adarê da tê xuyan ku li herêma pîşesaziya neftê, tankereke depokirina neftê ya ku bi tevahî dişewite û karker ji bo vemirandina şewatê midaxeleyê 2 tankerên din dikin.
Li Bendera Fuceyrayê û Herêma Pîşesaziya Neftê (FOIZ) ya li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, di 3yê Adarê da jî şewat derketibû.
- Êrîşên DYA û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washingtonê da dewam dikir, di 28ê Sibatê da Îsraîl û DYAyê êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî tevî Îsraîlê, êrîşî baregehên DYAyê di serî da yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Behreyn yên li welatên herêmê, kir.
Di êrîşên DYA û Îsraîlê da tevî Rêberê Dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kermanpûr ragihand ku di êrîşên DYA û Îsraîlê da 926 kes hatine kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
